1. projeya ku roj bi roj xwe zêdetir dide fikirandin û piştî temamkirina kêmasiyên tirşikê, dixwazim pêk were. |
|
19.09.2013 23:28 |
simurg56
|
2. FIKR Û PROJEYEK BAŞ E LI GORÎ MIN.. LÊ DIVÊ DATABANKA FERHENGÊN KU WÊ BÊN BIKAR ANÎN SAFÎ KURDÎ BIN NE BI ZIMANEKE DIN.. JI BO NIMÛNE BINGEH Û BINESAZÎ Û KONSEPTA WÎKÎFERHENGÊ JI BO VÊ PROJEYÊ GELEKÎ KÊRHATÎ YE.. LÊ BINGEH Û BINESAZIYA FERHENGÊN DU AN SÊ ZIMANÎ YÊN WEKÊ turkcekurtcesozluk.com Û ferheng.orgÊ WÊ KARÊ TIRŞIKÊ GIRAN Û SERÊ NIVÎSKAR Û XWENDEVANÊN TIRŞIKÊ GÊJ BIKE.. LI GORÎ MIN ÇI QAS FERHENGÊN KURDÎ BI KURDÎ HEBIN BÊYÎ KU EM FERQIYETÊ TÊXIN DI NAV ZARAVAYAN DE EM HEMÛYAN BI DESTÛRA XWEDÎ Û WEŞANGERÊN FERHENGAN DÎJÎTALÎZE BIKIN Û BERPÊŞÎ BIKARHÊNERÊN TIRŞIKÊ BIKIN.. |
|
19.09.2013 23:38 |
endazer
|
3. projeya ku tê xwestin ku tirşikê û turkcekurtcesozluk.comê bi hev re girê bide. armanc ne yekkirina wan e. yanî ger ev pêk were wê turkcekurtcesozluk.com dîsa weke malperek cuda bimîne, lê tenê wê nivîskarên me bi heman navê xwe û şîfreya xwe bikarin têkevin turkcekurtcesozluk.comê jî û binê peyvan de nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe binivîsin, peyvan rast bikin an jî yên nû lê zêde bikin. |
|
21.09.2013 12:31 |
simurg56
|
4. ez ez bim jî ev şuxulekî baş e. ji ber ku hê dehyek peyvên me jî neketine ferhengan, bi xêra vê dê tirşikvanên ji der û deverên dîtir bihukimîne ceng û cîdaleke bêhawe da ku peyv û qalibên herêma xwe lê zêde bikin, û biedilînin. wextekê şener özmenî gotibû ku pereyên xwe li ferhengan nedin, herin ji xwe re kitêbên eliyê ebdilrehman bixwînin. ez niha tê digihêm ku çendî rast gotibû, gidî. |
|
21.09.2013 13:38 |
înano lo
|
5. projeya ku hêdî hêdî taybetiyên wê tên diyarkirin û xebata wê destpê dike. |
|
30.10.2013 20:24 |
simurg56
|
6. projeya ku ger pêk were, wê bi qasê projeya marmarayê deng vede * |
|
30.10.2013 21:09 |
brusk56
|
7. em li bendê ne. ku pêk were ê pir baş bibe. |
|
01.11.2013 11:48 |
kurê xelkê
|
8. projeya ku hê jî li benda pêşniyaran e ku ger pêşniyar tune bin wê were destpêkirin. |
|
03.11.2013 15:47 |
simurg56
|
9. nêz e. |
|
09.11.2013 19:37 |
simurg56
|
10. projeya ku hinek dereng ma lê di asta xelasbûnê de ye êdî. |
|
02.03.2014 16:30 |
simurg56
|
11. projeya ku divê pêşiya pêşîn navê malperê bi naveke kurt û kurdî re biguherîne.. |
|
02.03.2014 16:44 |
endazer
|
12. (bnr: turkcekurtcesozluklerkonfederasyonu.com) |
|
09.03.2014 16:19 |
cinorek
|
13. projeya ku divê guherîna domeynê jî têxe rojeva xwe. bi rastî domeyna ku niha tê bikaranîn her çi qas ku hêsan xûya dike jî di bîra mirov de namîne. mirov dibêje gelo ji turkce destpê dikir an ji kurtce. jixwe behsa dirêjiya wê jî nakim. pêşniyara min : ferhengistan.com |
|
09.03.2014 16:38 |
oxir
|
14. divê piştî wê bernameyek ji bo telefonên biaqil(androîd û apple) jî bê çêkirin.! |
|
14.03.2014 03:21 |
xendekî
|
15. divê piştî wê bernameyek ji bo telefonên biaqil(androîd û apple) jî bê çêkirin.! |
|
14.03.2014 03:21 |
xendekî
|
16. projeya ku min êdî bixwe dest avêtiyê ye. |
|
24.08.2014 21:45 |
simurg56
|
17. pêşniyara min ew e ku vê malpera bi naVÊ TURKCEKURTCESOZLUK.COM NEGRİİN LÊ BERALÎ MALPERA NÛ BİKNİ. |
|
25.08.2014 13:36 |
gernasnenas
|
18. sîstemeke gelek baş e... bi vÎ awayÎ her kes dikare peyvÊn herÊma xwe gundÊ xwe tomar bike. hem ji bo zazakÎ jî wÊ gelek baş be. ji ber ku hÊ jÎ li ser ÎnternetÊ ferhengek ji bo zazakÎ/dimilkÎ nÎn e. hevalÊn zazakÎ dizanin dikarin li wir ji bo zazakÎ bixebitin. |
|
25.08.2014 15:56 |
xendekî
|
19. projeyekî bêhempa ye. zimanê kurdî encax bi projeyên wisa dikare were xelas kirin. |
|
27.08.2014 00:37 |
brusk56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |